Aliyên Filîstînî biryara Mehmûd Ebas ya pasxistina hilbijartinan red kirin
PeyamaKurd – Paşxistina hilbijartinên Filîstînê ji aliyê Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas ve rastî bertekên komên siyasî yên filîstîyan hat.
Hemasê bi daxuyaniyekê paşxistina hilbijartinên 22yê Gulanê red kir û got: “Biryara tevgera Fetihê û desthilatdara Filistînê ku birêz Mehmûd Ebas serokatiya wê dike ya paşxistina hilbijartinan, cihê mixabiniyê ye. Tevgera Fetih û hikumeta Filistînê berpirsên vê biryarê û encamên wê ne. Ev yek li ser xeta hevkariyê û lihevkirinên nîştimanî derbeyek e û nabe ku rewşa nîştimanî û erêkirina gel bi ajandeyên komekê ve werin girêdan.”
Hemasê li ser hinceta Fetîhê ya sedema paşxistina hilbijartinan bo hebûna Îsraîlê li rojhilatê Qûdsê (Orşelîm) jî diyar kir: “Gelê me yê li Qudsê îsbat kir ku dikare vîna xwe li ser dagirkeran ferz bike. Ew dikare hilbijartinan li dar bixe.”
Fermandarên tevgera Cîhada Îslamî Xidir Hebîb jî da xuyakirin: “Paşxistina hilbijratinan bi redkirina Îsraîlê ya lidarxistina hilbijartinan li Qudsê ve ne girêdayî ye. Lê belê hikumet ji tirsa ku hinek komên berxwedanê yên ku projeya Osloyê red dikin bigihîjin desthilatê, naxwaze hilbijartinan li dar bixe.”
Li aliyê din Eniya Gel a Rizgakirina Filistînê, gelek lîsteyên serbixwe û Şepêla Tevgera Fetih a bi pêşengiya Mihemed Dehlan biryara paşxistina hilbijartinan red kirin.
Biryar bû hilbijartinên Filistînê yên parlamentoyê di 22`yê Gulanê de, yên serokatiyê di 31yê Tîrmehê de û hilbijartinên Encûmena Nîştimanî jî di 31yê Tebaxê de werin encamdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin