Almanya çavdêriya xwe ya çalakiyên sîxurî yên Tirkiyeyê tîr dike
PeyamaKurd - Li gorî rapora Sîxuriya Navxweyî ya Almanyayê (BfV), sîxuriya Tirk li Almanyayê bi "bi tundî" tevdigere. BfV her wiha di şopandina xwepêşandanên ji bo Xezzeyê de bala xwe li ser rola komên Tirk tîr dike.
Rêxistina Parastina Destûrê (BfV) ya ku ji sîxuriya navxweyî berpirs e, di rapora xwe ya sala 2023yan de ku vê hefteyê eşkere kir, çavdêrî û nirxandinên xwe yên di derbarê çalakiyên sîxuriyê yên Tirkiyeyê yên li Almanyayê parve kir.
Di raporê de hatiye gotin ku li Almanyayê aktorên sereke yên ku operasyonên wek; hêrişên sîber ên sîxurî, prolîferasyon û bandorkariya neyasayî pêk tînin hene û ev aktor wek; Rûsyayê, Çîn, Îran û Tirkiye hatine destnîşankirin.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku çalakiyên sîxurî yên van dewletan “metirsiyê li ser ewlehî û berjewendiyên Almanyayê çêdikin.”
Di rapora ku ji 408 rûpelan pêk tê de, di bin sernavê “Sîxuriya ji bo hêzeke biyanî, hêrişên sîber û xebatên din ên sîxuriyê yên ku ji bo ewlehiyê gef in” de, xebatên sîxurî û bandorkarî yên Tirkiyeyê bi hûrgulî hatiye çavdêrîkirin.
“Şopandina opozisyonan”
BfVê di raporta xwe de diyar kiriye ku xebatên sîxuriyê yên li Almanyayê, ne tenê ji bo bidestxistina agahiyan, ji bo şopandin û bandorkirina komên li Almanyayê yên ku welatên mijara gotinê ew weke opozisyon bi nav dikin, tên kirin.
Di şûna “MÎT”ê de binavkirina “Servîsên Sîxurî yên Tirkiyeyê”
Di sernavê “Servîsên Sîxurî yên Komara Tirkiyeyê” de hatiye gotin ku “Servîsên Sîxurî yên Tirk, maka sazûmana dewleta Tirk in û ev servîs, ji bo hikûmeta Tirk, Serokkomar û partiya wî AKP polîtîkayên hikûmetê bimeşînin, xizmetên wek parastina ewlehiya navxweyî û berhevkirina agahiyan dikin.
Tiştekî din ê balkêş jî ev e ku di raporê de navê Rêxistina Sîxuriya Neteweyî (MÎT) qet cih negirtiye û li şûna wê hevoka “Servîsên Sîxurî yên Komara Tirkiyeyê” hatiye bikaranîn.
"Almanya di nav armancên sereke de ye"
BfV amaje bi wê yekê jî kiriye ku servîsên sîxuriyê yên Tirkiyeyê, Almanyayê di nav “armancên herî sereke” de dibînin û ev servîs, ji bo li Almanyayê bandora xwe zêde bikin çalakiyan li dar dixin û ev servîs çavdêriyên xwe yên li Almanyayê bi awayekî zêde dimeşînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin