ALMANYA - Di hilbijartinên eyaleta Brandenburgê de sosyaldemokratan bi ser ketin

23 September 2024 11:12 0 dîtin
ALMANYA - Di hilbijartinên eyaleta Brandenburgê de sosyaldemokratan bi ser ketin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) di hilbijartina meclîsa eyaletê ya li Brandenbûrgê ku yek ji eyaletên rojhilatê Almanyayê ye, ji sedî 30,9 ê dengan bi dest xist.

Li gorî encamên fermî yên demkî yên ku lijneya hilbijartinê ya eyaleta Brandenburgê eşkere kir, SPD bû partiya ku ji sala 1990'î û vir ve cara heştemîn di hilbijartinên eyaletan de bi ser ket û ji sedî 30,9 bi dest xist. SPD li gorî hilbijartinên berê 4,7 puan zêde kir.

Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) ya rastgir a tund a ku ev demeke dirêj e di anketan de li pêş e, bi ji sedî 29,2 dengan bû partiya duyemîn. AfD jî li gorî hilbijartinên 2019’an 5,7 puan zêde kir.

"Tifaqa Sahra Wagenknecht - Ji bo Fêmkirin û Edaletê" (BSW) ku li eyaletê cara ewil beşdarî hilbijartinê bû, bi rêjeya ji sedî 13,5 bû partiya sêyemîn.

Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) di hilbijartinên eyaletên Brandenburgê de bi rêjeya ji sedî 12,1 encama herî xirab a heta niha bi dest xist.

Keskan, Partiya Çep, Partiya Demokratîk a Azad (FDP) û Hilbijêrên Azad ên ku nekarîn benda ji sedî 5 derbas bikin, ji ber ku nekarîn rasterast namzetên ku bihêlin bikevin parlementoya eyaletê bi dest bixin, li derveyî meclîsê hatin hiştin.

Li gorî van encaman 4 partî karîn bikevin parlementoya eyaletê.

Rêjeya beşdariya herî zêde ya ku heta niha li eyaletê hatiye tomarkirin ji sedî 72,9 bû.

Serokwezîr Olaf Scholz ê ku ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe çûbû DYAyê, derbarê encamên hilbijartinê de daxuyanîyeke kin da rojnamevanan û got, "Bê guman baş e. Pir baş e ku em bi ser ketin. Min hîs kir ku tiştekî dibe."