Almanya endamtiya Fînlandiya û Îsweçê ya NATO yê destek dike

03 May 2022 22:13 0 dîtin
Almanya endamtiya Fînlandiya û Îsweçê ya NATO yê destek dike

PeyamaKurd – Serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin, serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson û serokwezîrê Almanya Olaf Scholz bi hevre civînekî çêkirin û serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ragihand ku Almanya endamtiya her dû dewletan ya ji bo NATO yê destek dike. Civîna her sê serokwezîran li Almanya, li eyaleta Brandenburgê, li Gransee li qesra Mesebergê çêbû.

Serokwezîrê Almanya Scholz got ku ew destekê dide endamtiya Fînlandiya û Îsweçê ya NATO yê û weha dewam kir:

“Me biryarê daye ku her dû dostên xwe di vê rêyê de destek bikin. Eger Helsînkî û Stockholm dixwazin tevlî hevkariya leşkerî bibin, dikarin baweriya xwe bi desteka me bînin. Endamên hukumetê li vê derê di dengdanê de aşkera gotin.”

Serokwezîra Fînlandiya Sanna Marin ragihand ku piştî Rûsya êrîş kir ser Ûkraynayê, siyaseta ewlehiyê ya Fînlandiyayê bi temamî guherî û nema ji siyaseta xwe dagere.

Serokwezîra Îsweçê Magdalena Andersson jî mijarê weha ragihand:

“Êrîşa leşkerî ya ser Ûkraynayê rewşê bi piranî guhert û ev jî li ser ewlehiya Îsweçê bandorekî dramatîk afirand.”