Fransa, endamtiya Fînlandiya ya NATO yê ku Tirkiye pesend kir, bilind nirxand

01 April 2023 00:36 0 dîtin
Fransa, endamtiya Fînlandiya ya NATO yê ku Tirkiye pesend kir, bilind nirxand

PeyamaKurd – Piştî meclisa Tirkiyê endamtiya Fînlandiyayê di meclisa xwe de qebûl kir, Fransa ragihand ku ew ji biryarê gelek kêfxweşin. Wezareta karên derve ya Fransayê li ser mijarê daxwuyaniyê da û got:

“Fransa bi sedema ku meclisa Tirkiyê endamtiya Fînlandiyayê ji bo NATO yê qebûl kiriye, biryarê bi rizamendî pêşwazî dike. Ev biryar, ya dawî ya 30em ya hevkaran bû. Biryar, pêşiya Fînlandiyayê ya fermî vekir da tevlî hevkariyê bibe.

Îsveç û Fînlandiya bi NATO re bi girîngî dikarin bi hevre bixebitin û şiyanên wan yên leşkerî hene. Endamtiya wan wê destekê bide ewlehiya herêma Awrûpa-Atlantîkê û di berjewendiya temamê endaman de be û dê wan xwurt bike.”