Bloomberg: Tirkiye endamtiya Fînlandiya ya NATOyê...

04 February 2023 13:29 0 dîtin
Bloomberg: Tirkiye endamtiya Fînlandiya ya NATOyê...

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên ku ji ajansa nûçeyan a Bloomberg a Amerîkayê re axivîn, dibe ku Tirkiye meha bê endamtiya Fînlandiyayê ya NATOyê erê bike.

Çavkaniyên ku ji Bloombergê re axivîn diyar kirin, Erdogan "nêzîkî wê yekê ye ku gavên ewlehiyê yên ku ji hêla Fînlandiyayê ve hatine avêtin bes in."

Herwiha li gorî zanyariyên ji aliyê çavkaniyan ve hatine dayîn, qebûlkirina endamtiyê dikare beriya hilbijartina serokomariyê, beriya bêhnvedana parlamentoyê ya di nîvê meha Adarê de were ragihandin.

Ji aliyê din ve serokwezîra Fînlandiyayê Sanna Marin di daxuyaniya xwe ya roja borî de gotibû, “Me fikarên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine eşkerekirin, anîne ziman. Ji du welatan, Tirkiye û Macarîstan maye ku wê erê bikin. Em li bendê ne ku di zûtirîn demê de serlêdanên me bipejirînin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu roja borî derbarê daxuyaniya Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan a ku gotibû “Dema em derbarê Fînlandiyayê de peyameke cuda bidin, Swêd wê matmayî bimîne” daxuyaniyek dabû.