Almanya ji nû ve dest bi perwerdekirina hêzên Pêsmerge dike
PeyamaKurd - Malpera fermi ya Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, tîmeke şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê serdana rêveberiya çaksaziya wezareta Pêşmerge kirine û ragihandine ku ew dê alîkarî, perwerde û rahênana hêzên Pêşmerge berdewam bikin.
Hat ragihandin ku îro 29ê Nîsanê di çarçoveya berdewama hemahengiyên navbera hêzên hevpeyman û hêzên Pêşmerge de tîmeke şêwirmendên leşkerî yên Almanyayê li herêma Kurdistanê bi rêveberiya çaksaziya wezareta Pêşmerge re civiyan û çawaniya birêveçûna karûbar û berdewamkirina hemahengî û alîkariyên navbera her du aliyan guftûgo kirin.
Civîn li binkeyê rêveberiya çaksazî ya wezareta Pêşmerge pêk hat û rêveberê çaksazî Lîwa Dilêr Mîran û hejmarek efserên rêveberiyê pêşwazî li tîmekî şêwirmendên leşkerî yên hêzên Almanya yên li li herêma Kurdistanê ku pêkhatibû ji fermandar General Pascal û General Brusk.
Di civînê de her du aliyan girîngiya pêwendî û hemahengiya navbera xwe de amaje pê kirin tîma hêzên Almanyayê ragehand, dê şêwirmendî û perserdeyên hêzên Pêşmerge berdewam bikin û hemahengiya li wezareta Pêşmerge bidomînin û li beranber de jî rêveberiya çaksaziyê spasiya helwêsta hêzên Almanya kir û diyar kir, berdewamkirina alîkarî û hemahengiya navbera wan de dê xizmetê bigihîne erk û armancên her du aliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin