Almanya paketa bi 9 mîlyar Euroyê tesdîq kir

26 May 2020 00:26 0 dîtin
Almanya paketa bi 9 mîlyar Euroyê tesdîq kir

PeyamaKurd- Hukumeta Almanya bi sedema Kovid-19 ê fona ku bo aboriyê ya rizgarkirinê danîbû, bo şîrketa hewayî ya bi navê Lufthasayê dê bikarbîne. Heman paketa alîkariyê îro hat tesdîqkirin. Miqdarê paketê ya bo Lufthansayê 9 mîlyar Euro ye.

Li gor ragihandina Lufthansa AG yê, di hevdîtina bi hukumeta Almanya re, li ser paketê lihevkirine û paket ji aliyê fona rizgarkirinê, ji aliyê WSF de hatiye tesdîqkirin û rêvebiriya Lufthansayê paketê destek dike. Paketa rizgarkirinê bo desteka semayê ya şîrketê ye. Di destekê de wê WSF dê bibe hîssedarê Lufthansayê û para xwe bi senedan bifroşe.

Divê ev biryar ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Awrûpayê de bê tesdîqkirin. Bi vê destekê senedên Lufthansayê % 7.03 qiymeta wan zêde bû.