Almanyayê tawanbarê êrîsa ser Kampa Yermuk a Sûriyê bi muebedê ceza kir

24 February 2023 19:43 0 dîtin
Almanyayê tawanbarê êrîsa ser Kampa Yermuk a Sûriyê bi muebedê ceza kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dadgeha herêmî ya Berlînê, tawanbarê êrîşa Yermukê li Sûriyê ku sala 2014an 7 sivîl kuştibûn, bi cezayê muebbedê yê tund ceza kir.

Hat diyarkirin ku tawanbarê bi navê Muwefeq ku bi navê ′kujerê Yermukê′ tê nasîn, bi qetilkirina 7 sivîlan û birîndarkirina hin kesên din hate tawanbarkirin.

Muwefeq, di 2014an de dema xelkê Sûriyê li benda wergirtina alîkariyên xwarinê yên Neteweyên Yekbûyî bûn li kampa Yermukê, bi çeka RBGê êrîş biribû ser Kampa Yermokê.

Tê gotin ku Muwefeq dema êrîşê, bi fermanên rejîma Sûriyeyê û ligel milîsên Filistînê ew êrîş pêk anîbû.