Amadekariya ragihandina Civata Bilind a Êzidiyan tê kirin
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku ji bo ragihandina Civata Bilind a Êzidiyan ku hemû êzidiyên Kurdistan û cîhanê tê de beşdar dibin, amadekarî gihîştine qonaxa dawî.
Rêveberê giştî yê karûbarên Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî li Herêma Kurdistanê Siûd Misto eşkere kir: “Pêngavên pêkanîna Civata Bilind a Êzidiyan dest pê kiriye û berdewam Mîrê Êzidiyan ligel rewşenbîr û kesayetên Êzidî di civînan de ye. Ji ber wê jî ev civat dema hate ragihandin, hemû Êzidî tê de beşdar dibin û bi awayê herî baş xizmeta Êzidîtiyê li seranserê cîhanê dê bike.”
Li gorî zanyariyan, wê Êzidiyên Herêma Kurdistanê, Sûriyê, Tirkiyê, Ermenîstanê, Gurcistanê û Ewropayê, di bin banê Civata Bilind a Êzidiyan de bicivin û nûnertiya wan bike.
Hat ragihandin ku wê navenda Civata Bilind a Êzidiyan li Herêma Kurdistanê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin