Civata Bilind a Rûbirûbûna Koronayê 9 biryar derxist: Bêhnvedana fermî hat ragihandin

09 March 2020 19:46 0 dîtin
Civata Bilind a Rûbirûbûna Koronayê 9 biryar derxist: Bêhnvedana fermî hat ragihandin

PeyamaKurd - Civata Bilind a Rûbirûbûna Korona ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro civîneke taybet li ser rêkar û rêgiriyên bo vîrûsa koronayê li dar xist.

Di civînê de biryara bêhnvedana fermî li dam û dezgehên hikûmetê, ji bilî Hêzên Pêşmerge, Asayiş, Navxweyî û dam û dezgehên tenduristî hatin ragihandin.

Biryarên hatine standin wiha ne:

  1. Li tevayiya wezaret, fermangeh û damûdezgehên herêma Kurdistanê, ji bilî Hêzên Pêşmerge, Asayiş, Navxweyî û damûdezgehên tendirustî, ji roja 12ê Adarê 2020an, heta roja 26ê Adar a 2020an bêhnvedana fermî ye û rojên 27 û 28 heman mehê, bêhnvedana dawiya hefteyê ye. Roja Yekşemiyê 29ê Adarê 2020an dewama fermî destpê dike.

  2. Li navendên xwendinê yên ser bi Wezareta Perwerdeyê (hikûmî û ehlî) roja 28ê Adar a 2020an proseya xwendinê destpê dike. Prosêsa xwendinê li zanîngeh û peymangehan ên ser bi Wezareta Xwendina Bilind ve, ji roja 1ê Nîsan a 2020an destpê dike.

  3. Wezareta tenduristiyê di pêşkêşkirina xizmetguzariyên tendirustî ji bo welatiyan de, di rêya sîstema xeferiyê de, berdewam dibe.

  4. Wezaretên Xizmetguzarî yên giştî berdewam dibin di pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî de, di rêya xeferiyê de û ji bo vê mebestê, rênimayên pêwîst derdikin.

  5. Dawî dem ji bo vegera welatiyên herêma Kurdistanê ji Komara Islamî ya Îranê bo nav herêmê, roja 15ê Adar a 2020an dibe. Ji 16ê Adar a 2020an heta 1ê Nîsanê 2020an rê nayê dan, ku ji Îranê vegerin. Herweha liberçavgirtin a berdewamiya tevgera bazirganî, li gor rênimayan dibe.

  6. Terxankirina qonaxa dûyem a bûdceyê ji bo dabînkirina pêdawistiyên tendirustî, bo rûbirûbûn a Vayrosa Korona.

  7. Wezareta çandinî û çavkaniyên avê hate raspartin ji bo berdewam bûn liser rêkarên di çarçoveya siyaseta rûbirûbûn a Vayrosa Korona de.

  8. Raspartina Wezîrê Dad, ji bo çalakkirina daxwazkarê giştî bi mebesta wergirtina rêkarên yasayî beramber bi wan kes û aliyan û kenalên medyayî, ku berovajî rênimayên hikûmetê kar dikin û dibin sedema aloziyan.

  9. Pêdan a desthilatên parêzgaran û serpeştyarên yekeyên îdariyên serbixwe û lijneyên qaymiqamiyetê ji bo rêxistin û çavdêkirina bazara navxweyî.