Ji bo rûbirûbûna Koronayê hejmarek biryarên nû hat dayîn
PeyamaKurd – Şeva borî, bi serperiştiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Odeya Operasyonan a Parêzgeha Hewlêrê civiya û hejmarek biryarên nû li ser rûbirûbûna vîrûsa Koronayê dan.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûtirîn rêkarên li dijî Koronayê eşkere kir, Parêzgeha Hewlêrê jî li ber ronahiya biryarên Hikûmetê, çend rênimayên nû ragihandin.
Hin ji wan biryaran wiha ne:
Pola 12 amadehiyê û peymangehên ser bi Wezareta Perwerde bi proseya xwendinê berdewam dibin. Polên 1 ta 11 amadehiyê yên li dibistanên hikûmî û nehikûmî ji roja 12ê Adarê û heta 24ê Adarê betlane dikin.
Tîmên tendirustiyê li xalên kontrolê yên Hewlêrê bi parêzgehên Mûsil û Kerkûkê dibin û her welatiyek bixwaze derbasî Hewlêrê bibe, divê testa Koronayê pê re be û 72 demijimêr di ser re neçûbe.
Hemû cihên vekirî wek (market, mol, bazar) û sazî û dezgehên hikûmî bi ne hikûmî û cihên giştî bi girtina temam a mercên tendirustiyê vekirî dimînin.
Bone û bîranînên netewî û niştimanî yên meha Adarê bi nirx û pîroz in, lê nabe ti civîn û kombûnên girseyî werin lidarxistin. Herwiha her cure civîn, kombûn, konferans û merasîmên olî û civakî qedexe ne.
Divê geştkirin û derketinan seyrana bi şertê pêkanîna rênimayên tenduristiyê û rêkarên xweparêziyê û bê dirustkirina qerebalixiyê bên kirin.
Xwaringeh û kafêtirya divê xizmetên xwe li derve li baxçeyan pêşkêşî mêvanan bikin, ewên baxçeyên wan tune ne, divê li hundir hejmara mêvanan sînordar be û pencere û derî vekirî bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin