Amarên dawî yên protestoyên Iraqê: 104 kustî, 6 hezar û 107 birîndar

06 October 2019 23:28 0 dîtin
Amarên dawî yên protestoyên Iraqê: 104 kustî, 6 hezar û 107 birîndar

PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê derbarê xwepêşandanên Bexda û çend bajarên din ên Iraqê de daxuyaniyek belav kir ku tê de amarên 6 rojên protestoyan eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê ji roja 1ê Cotmehê ya destpêka xwepêşandanan heta îro 6ê Cotmehê 104 kes hatine kuştin, (8 kes ji wan ji hêzên ewlekariyê ne) û 6 hezar û 107 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê, li Bexdayê di derbarê xwepêşandan û aloziyên wan çend rojên dawiyê de civîneke rojnamevanî ya hevbeş li dar xistin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Lîwa Seid Mein, hejmara kuştî û birîndarên 6 rojên xwepêşandanên li Bexda û çend bajarên din eşkere kir û got, di xwepêşandanan de 104 kes hatine kuştin (8 kes ji wan ji hêzên ewlekariyê ne) û 6 hezar û 107 kes jî birîndar bûne.

Lîwa Seid Mein da xuyakirin ku 51 avahî û 8 baregehên partiyên siyasî ji aliyê xwepêşanderan ve hatine şewitandin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê bêyî ku bi nav bike îdia kir ku destekî qirêj û veşartî li pişt hedefgirtina xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê yên wî welatî heye.