Amerîka, 400 milyon dolar alîkariyê dide wî welatî
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada berevaniya Amerîkayê hatin dayîn, Amerîka dê bi qasî 400 milyon dolar alîkariyên leşkerî yên din jî ji Ukraynayê re bişîne.
Di agahiyên hatin dayîn de hat eşkerekirin ku Amerîka dê bi qasî 400 milyon dolar alîkariyên leşkerî bişîne Ukraynayê ku di nav de cebilxaneyên ji bo pergalên parastina asîmanî ya pêşketî û balafira bêpîlot a Hornet jî hene.
Ji aliyê karbidestên Amerîkî ve ji bo Associated Press daxuyanî hat dayîn û di derbarê mijarê de hat diyarkirin ku li gorî pêşbîniyê, di pakêta alîkariyê de cebilxaneyên pêwîst ji bo Pergala Roketên Topbarana Bilind (HIMARS) û Pergala Moşekî ya Pêşketî ya Erd-Asîman (NASAMS), balafira bêmirov a "Hornet" û rêze cebilxaneyên leşkerî hebin.
Rayedarên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, ragihand ku ev pakêta zêde ya alîkariyê bi qasî 400 milyon dolar e.
Her wiha tê zanîn ku ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ve Amerîkayê zêdetirî 41 milyar dolar alîkariya leşkerî pêşkêşî Ukraynayê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin