Amerîka, 89 milyon dolar alîkariyê dide Ukraynayê
PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê eşkere kir ku ji bo safîkirina axên Ukraynayê ya ji teqemeniyan, ew ê 89 milyon dolar alîkariyê bişînin Ukraynayê.
Ji aliyê wezaretê ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê, ev agahî hatin parvekirin:
“Wezaret, ji bo alîkariya hikûmeta Ukraynayê, plansaziyê dike ku 89 milyon dolaran alîkariya lezgîn a mirovî bişîne. Lewra hikûmet, li hember şerê Rusyayê yê bêrehim ku teqemeniyan li peyî xwe dihêle, têdikoşe.”
Di daxuyaniyê de qala mîn û teqemeniyên hatine çandin hat kirin û xeteriya rewşê wiha hat eşkerekirin:
“Şerê dagirkirina Ukraynayê yê Rusyayê ku ne yasayî ye û bê sedem e, li beşeke berfireh ê welêt, mîn û teqemeniyan li peyî xwe dihêle. Bikaranîna van teqemeniyan a ji aliyê hêzên Rus ve beriya niha li Suriyeyê ji aliyê rêxistina terorî ya IŞÎDê ve dihat têkildarkirin.
Ev teqemenî, xwegihandina zeviyên bi ber asteng dike. Ev yek jî astengiyê li ber ji nû ve avakirinê derdixe, rê li ber civakan digire ku vegerin malên xwe û dibe sedem ku medeniyên bêguneh bimirin an seqet bimînin. Rayedarên hikûmeta Ukraynayê, texmîn dikin ku zeviya 169 hezar kîlomtreyî di bin xeteriyê de be. Ev jî bi qasî gelemperiya eyaletên Virginia, Maryland û Connecticutê ye.”
Pentagonê jî alîkarî dabû
Duh jî ji aliyê Misteşarê Berpirs ê Polîtîkayên Parastinê yê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Colin Kahl ve hatibû ragihandin ku wan hejmarek fuzeyên xwedî hesasiyeta zêde, ji Ukraynayê re şandine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin