Amerîka bi sedema Îranê dorpêçê danî ser sîkrtên Çînê û Rûsyayê
PeyamaKurd – Amerîka biryara dorpêçên aborî bo ser 4 şîrketên Çînê û Rûsyayê ragihand. Sedema dorpêçê ew e ku van şîrketan ku di çêkirina bernameya fuzeyan de destekê dane Îranê nîşan da.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo peyamekî da û tê de got ku 2 şîrketên Çînê û 2 şîrketên Rûsyayê bi sedema ku di çêkirina bernameya fuzeyan ya Îranê de, teknolojiya hessas dane û alavan amade kirine. Bi vê sedemê wê di 2 salên pêş de, wê nikaribin xwe bigihînin alîkariya malî û wê bo wan astengên îtxalatê hebin.
Şîrketên Çînê Chengdu Best New Materials û Zibo Elim Trade in. Du şîrketên din yên navendên wan Rûsya ne, şîrketên Nilco Group û Joint Stock Company Elecon in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin