Amerîka: “Divê rejîma Esed ji êrîsên çekên kîmyewî berpirs be”
PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Amerîkayê car din got ku divê rejîma Beşer Esed ji êrîşên çekên kîmyewî berpirs bê girtin.
Wezareta karên derve ya Amerîkayê behsa bikaranîna çekên kîmyewî yên li Xûta Rojhilatê kir ku di êrîşa leşkerên rejîmê de, bi çekên kîmyewî 1400 sîvîl miribûn. Li ser vê bûyera 21 ê tebaxa 2013an ya li Xûta Rojhilat, wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand û got ku heya niha ji 50 carê zêdetir rejim çekên kîmyewî bikaraniye û peyamekî nivîskî belav kir. Peyam weha ye:
“Sûcên ku rejîma Beşer Esed ya bi serê xelkê sîvîl dike, hinek ji wan sûcên şere û di asta li hemberê mirovahiyê de ne. Ew wexta ku dane Sûriyê, eger heya wê demê wan pêngavan bicîh neyne, wê tedbîrên wêdetir bên bicîhanîn.”
Wezaret ragihand ku hêjî di destê rejîmê de çekên kîmyewî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin