Amerîka: Eger dîplomasiya bi Îranê re sikest xwar, em ê hilbijardeya leskerî gotûbêj bikin

01 November 2022 13:07 0 dîtin
Amerîka: Eger dîplomasiya bi Îranê re sikest xwar, em ê hilbijardeya leskerî gotûbêj bikin

PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkayê yê Karûbarên Îranê Rob Malley diyar kir, armanca erkdariya wî ya ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden ve, ji bo yekxistina helwêsta welatên Ewropa ye li hember Tehranê û rêgirîkirin e ji bo Îran nikaribe çekên atomî bidest bixe.

Li gor Rob Malley ji çapemeniya cîhanê re da zanîn: “Hilgirtina çekên atomî ji aliyê Tehranê ve wê bibe sedema têkdana asayîşa cîhanê û ev yek jî ji aliyê Washingtonê ve nayê qebûlkirin.

Rob Malley herwiha eşkere kir: “Biden dîplomasiya li gel Îranê baştir dibîne, lê eger dîplomasiyê şikest xwar, wê demê hilbijardeya leşkerî jî em ê gotûbêj bikin, bi taybet ji bo rêgiriya li Îranê ku nikaribe çekên atomî bidest bixe.”