Îran: Eger Amerîka zerara xelkê Îranê yê dorpêçan bide, em ê peymanê îmze bikin

10 May 2022 01:00 0 dîtin
Îran: Eger Amerîka zerara xelkê Îranê yê dorpêçan bide, em ê peymanê îmze bikin

PeyamaKurd – Îran ji bo peymana nukleerî bi Amerîkayê re îmze bike, ji Amerîkayê xwest ku bi şertê zerara ji dorpêçên ser Îranê bide, wê peymana Viyanayê îmze bikin. Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Saîd Xatibzade, ragihand ku bi sedema dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê, zerar û ziyana ku xelkê Îranê diye, eger Amerîka bide, wê dagerin ser peymana nukleerî ya Viyanayê û peymanê îmze bike.

Li gor medya Îranê Xatîbzade, li wezareta karên derve li Tehranê civîna çapemeniyê ya heftane kir û li ser seredana cîgirê sekreterê karên derve yê siyasî yê YA Enrique Mora şiroveyan kir. Xatîbzade weha got:

“Eger îro Amerîka biryarê bide, zerara ku daye berîka xelkê Îranê, qebûl bike û zerara Îranê bide, ji xelkê Îranê re rêz bigre, em ê piştî seredana Mora ya Tehranê dagerin Viyanayê û peymanê îmze bikin.”