Amerîka: Em alîkariya xeternakiyê jî didin Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby got, "Helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê, ji bo tîmên bersivdayînê yên Amerîkayê û navneteweyî yên li Tirkiyeyê û her wiha alav û amûrên alîkariyê piştgiriyê didin."
John Kirby, li ser alîkariyên Amerîkayê yên piştî erdhejên li Tirkiye û Suriyê axivî.
Kirby got: "Helîkopterên leşkerî yên Amerîkî ji bo alav û pêdiviyên alîkariyê, her wiha tîmên bersivdayînê yên Amerîkî û navneteweyî yên li Tirkiyeyê piştgiriya krîtîk dikin."
Kirby bi bîr xist ku hêzên çekdar ên Amerîkayê ji bo piştgiriyê amade ne û got,
“Lê helbet em ê vê yekê ligel hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Fermandariya Ewropî ya Amerîkayê û Fermandariya Ewropî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê destnîşan kir ku xebatên me yên leşkerî bi rê ve bibe. Heger hewce bike, li parzemînê û li Deryaya Spî gelek şiyanên me yên leşkerî hene. Em bi şêwira tam bi hikûmeta Tirkiyeyê re tevdigerin ku bi awayê ku herî baş hewcedariyên wan bên diyarkirin.”
John Kirby di hevdîtinê de ji bo serdana Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken a Tirkiyeyê jî got, "Wezîr Blinken dê roja duşemê li qadan be ûdê xebatên me yên destwerdana li Tirkiyeyê û hewildanên me yên li Tirkiyeyê binirxîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin