Amerîka: Em hêvî dikin, hilbijartineke demokratîk be

09 May 2023 15:00 0 dîtin
Amerîka: Em hêvî dikin, hilbijartineke demokratîk be

PeyamaKurd- Li ser Hilbijartinên Giştî yên Serokomarî û Parlamenteriyê yên ku dê di 14ê Gulana 2023yan de li seranserê Tirkiye û bakur bên rêvebirin, ji aliyê Amerîkayê ve nirxandin hatin kirin û hat diyarkirin ku encam çi be jî ji bo wan ferq nake.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel, di civîna rojnamevaniyê ya rojane de pirsen rojnamevanan bersivandin.

Li ser pirsa rojnamevanekî ya, “Gelo encamên Hilbijartinên Serokomarî û ya Parlamenteriyê yên li Tirkiyeyê, dê bandorê li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiyeyê bikin?” got ku

"Nexêr, dê ev yek bandorê li pêwendiyan neke."

Patel, di dewama bersiva xwe de got ku "Em ê di xebata ligel hikûmeta ji aliyê gelê Tirkiyeyê ve were hilbijartin de û her wiha di kûrkirina van pêwendiyan û xebata li ser hevkarî û berjewendiyên hevbeş de berdewam bin."

Berdevk Patel, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser misyona Tirkiyeyê ya NATOyê û diyar kir ku Tirkiye ji bo NATOyê hevalbendekî girîng e û di gelek mijarên ku ji bo Amerîkayê girîng in de xwedî roleke baş e.

Patel diyar kir ku Amerîka di hilbijartinan de alîgiriyê nake û got ku "Hêviya me bi tenê ew e ku em hilbijartineke azad û adil a li gorî pêvajoyeke demokratîk bibînin."