Amerîka: Em hêvî dikin ku êdî Tirkiye dev ji S-400an berde
PeyamaKurd- Piştî êrîşa Idlibê ya ser hêzên artêşa Tirkiyê ku li gorî daxuyaniyên fermî 33 leşkeran can daye û 8 jî bi giranî birîndar bûne, ji Amerîkayê jî daxuyaniya S-400ên Rûsî hat.
Nûnerê Daîmî yê Amerîka li NATOyê Kay Bailey Hutchison, beriya civîna Tirkiyê ya NATOyê ku piştî êrîşa Idlibê li ser daxwaza Tirkiyê pêk tê derbarê pergalên parastina asmanî yên Rûsî S-400an de daxuyanî dan.
Nûnerê Amerîkî da zanîn ku wan heta niha hewl daye ji Tirkiyê re bêjin divê S-400an nekirin û wiha dewam kir: “Hêvîdarim Serokomarê Tirkiyê Erdogan bibîne ku em hevpeymanên wan ên niha, berê û dahatuyê ne û fêm bike ku divê dev ji S-400an berde.”
Erdogan beriya niha ragihandibû ku mijara S-400an û Idlibê ji hev cuda ne û nabe bi hev re werin nirxandin.
Rayedarên Rûsî dibêjin, balafirên Rûsî beşdarî êrîşa ser hêzên artêşa Tirkiyê nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin