Amerîka li Derya Sor 14 balafirên bê ajotvan (IHA) yên Hûsiyan xist

17 December 2023 02:18 0 dîtin
Amerîka li Derya Sor 14 balafirên bê ajotvan (IHA) yên Hûsiyan xist

PeyamaKurd – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Derya Sor 14 balafirên bê ajotvan xistine. CENTCOM di mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de peyamekî belav kir.

Di peyama CENTCOM ê de hat gotin ku binkeya wan ya bi navê "US Arliegh Burke" ku roketan ji ortê radike an ku îmha dike, serê siba zû hişyariyê sitendiye ku li devera Hûsiyan ya Yemenê pêlên balafirên bê ajotvan hene û tesbîta wan kirine. Di peyamê de hat gotin ku dronên wan yên yekalîne û peyam weha dewam dike:

“Bi serkeftin 14 balafirên bê ajotvan hatin xistin. Zerarê nedane keştiyên li herêmê û birîndar jî nînin. Me hevkarên xwe yên herêmê di derbarê tehdîdan de agahdar kir.”