Amerîka: Me mosekên hatin avêtin asteng kirin!

20 October 2023 11:37 0 dîtin
Amerîka: Me mosekên hatin avêtin asteng kirin!

PeyamaKurd – Moşek û balafirên bêmirov ên ku ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatibûn avêtin, ji aliyê keştiyeke şer a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve hatin îmhakirin. Pentagonê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Bi moşekan dibe hedefa Îsraîlê."

Keştiyeke şer a Hêza Deryayî ya Amerîkayê ku li Rojhilata Navîn tevdigere, gelek moşekên cihê nenas li nêzîkî Yemenê tesbît kirin û asteng kirin. Yek ji rayedaran diyar kir, moşek ji aliyê Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê hatine avêtin.

Pentagon: "Bi moşekan dibe hedefa Îsraîlê"

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Tûggeneral Pat Ryder eşkere kir, USS Carney ya Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ku li Behra Sor bi cih bûye, 3 moşek û nêzî 8 balafirên bêmirov ên ku ji Yemenê hatine avêtin xistin xwarê û diyar kir, moşek û balafirên bêmirov bi potansiyel in, ber bi hedefên Îsraîlê ve hatin avêtin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Tûggeneral Pat Ryder got:

Gemiya USS Carney ya hêzên deryayî yên Amerîkayê ku li Deryaya Sor bi cih bûye, 3 moşek û nêzîkî 8 balafirên bêmirov ên ku ji Yemenê hatibûn avêtin xistin xwarê û ev moşek û balafirên bêmirov jî ber bi armancên Îsraîlê ve hatin avêtin.