Amerîka û Brîtanyayê li 36 armancên Hûsiyan xist

04 February 2024 12:29 0 dîtin
Amerîka û Brîtanyayê li 36 armancên Hûsiyan xist

PeyamaKurd - Amerîka û Brîtanyayê bi daxuyaniyeke hevpar eşkere kir ku hêzên wan li Yemenê li 36 armancên Hûsiyan xistine.

Hate diyarkirin ku êrîş bersiva êrîşên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganî yên di Deryaya Sor re derbas dibin e û bi armanca kêmkirina rageşiyê û vegerandina aramiyê hatiye encamdan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, gereke din a êrîşan jî bi piştgirîya Awustralya, Bahreyn, Kanada, Danîmark, Holanda û New Zelandê pêk hat û 13 cihên koma çekdar hatin armanckirin.

Amerîka û Brîtanyayê diyar kir, wan di êrîşan de depoyên çekan, sîstemên moşekan, sekoyên avêtina moşekan û radarên hûsiyan kirine armanc.

Hate distnîşankirin ku wê Washington û London dudilî nebin ji bo parastina ewlehiyê û derbasbûna azad a bazirganiyê li yek ji girîngtirîn rêyên avê li cîhanê.