Ji Hûsiyan bo Amerîka û Brîtanyayê: Bê bersiv namîne

16 March 2025 13:30 0 dîtin
Ji Hûsiyan bo Amerîka û Brîtanyayê: Bê bersiv namîne

PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ji bo êrîşên Amerîka û Brîtanyayê yên li ser Yemenê ragihand ku ew ê tola xwe bistînin û wekî tawana şer bi nav kir.

Piştî êrîşên li ser paytexta Yemenê Sanayê, Hûsiyên Îran piştevaniya wan dike, ragihandin ku êrîşa şeva borî êrîşeke "bêbext" e û wê bêbersiv nemîne. Herwiha Hûsiyan diyar kir ku ew dê ji piştgiriya xwe ya bo Xezeyê paşde gav navêjin.

Berdevkê Hûsiyan Muhammed Abdusselam got ku êrîşên Amerîkayê "êrîşeke eşkere li dijî dewleteke serbixwe" ye û daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê metirsiya li ser trafîka navneteweyî ya deryayî de wekî "xapînok û bêbingeh" bi nav kir.

Abdusselam destnîşan kir ku qedexeya rêwîtiyê ya li Deryaya Sor tenê li ser keştiyên Îsraîlê ye û trafîka navneteweyî ya deryayî ji aliyê Yemenê ve wê were parastin.

Di êrîşên Amerîka û Brîtanyayê li ser Sanayê de herî kêm 13 kes mirin û 9 kes birîndar bûn. Hûsiyan di 7ê Adarê de 4 roj dem dabû Îsraîlê ku rê bide alîkariya mirovî bigihêje Xezeyê.