Amerîka û Erebistan di Derya Sor de dest bi tetbîqatê dikin

13 August 2022 19:53 0 dîtin
Amerîka û Erebistan di Derya Sor de dest bi tetbîqatê dikin

PeyamaKurd – Di van mehên dawiyê de di Derya Sor de gelek dewlet bi hevre tetbîqatên leşkerî dikin. Nija hî tetbîqata leşkerî ya hevpar di navbera Erebistan Si’ûdiyê û Amerîka de destpêkir. Tetbîqat dibe ku mehekî dewam bike. Ajansa fermî ya Erebistanê SPA ragihand ku wê tetbîqat li bajarê qerexê Derya Sor li Yenbûyê destpêdike.

Kesên tevlî tetbîqatê bûne; ji Erebistanê fermandarê herêma Rojava Ahmed ed-Debis, fermandarê hêzên deryayê yên nevendî yê Amerîkayê Paul Joseph Rock û ji her dû dewletan di asta bilind de zabit û rêvebirên leşkerî ne.

Di nûçeyê de hat gotin ku navê tetbîqatê ‘hêrsa mezin’ e û di tetbîqatê de wê di navbera her dû terefan de danûsitendina ceribandinên operasyonel û lojîstîk bibe û di pêkanîna planan de qezencên pratîk dê hebin.