Amerîka û Kanada li dijî Çînê ketin tevgerê: Kestiyên ser sandin…

18 October 2021 19:50 0 dîtin
Amerîka û Kanada li dijî Çînê ketin tevgerê: Kestiyên ser sandin…

PeyamaKurd – Amerîka û Kanadayê piştî gefên Çînê yên derbarê dagirkirina Teywanê de, ketin tevgerê û keştiyên şer şandin Kendawa Teywanê.

Serokê Çînê Xi Jinping, çend roj berê gefa dagirkirina  welatê Taywanê xwaribû û bi wê sedemê jî tevgereke zêde ya leşkerî hatibû despêkirin.

Hêzên deryavaniya Amerîka û Kanadayê jî keştiyên xwe yên şer ber bi Kendava Teywanê ve ve şandin ku aloziya li kendavê zêde bûye.

Berdevkê Fermandariya Navenda Çalakiya Başûr a Çînê, derbarê şandina keştiyên şer ên Amerîka û Kanadayê de got ku ev pêngaveke provokatîf e wê zirareke mezin bide aştî û aramiya herêmê.

Fermandariyê herwiha daye xuyakirin ku hêzên wan yên asmanî û deryayî li kendavê di amadebaşiyê de ne.

Nakokiyên navbera Teywan û Çînê ji sala 1949an ve berdewam dikin ku piştî Partiya Komînist a Çînê bi serkêşiya Mao Zedong rêveberiya welat xistiye destê xwe, alîgirên Partiya Nîjadperest a Çînê berê xwe dane grava Taywanê û piştre jî bi serkêşiya wan serxwebûna Teywanê hatiye ragihandin.

Niha jî Serokê Partiya Komînîst a Çînê Xi Jinpinng dixwaze Teywanê vegerîne ser Çînê.