Amerîka û Qatar ji ber destekê didin Hîzbûllahê dorpêçê danîn ser 7 kesan
PeyamaKurd – Rêvebiriya Amerîkayê bi Qatarê re bi hevkarî bi sedema alîkariyê didin Hîzbûllahê dorpêçê danîn ser 7 kesan. Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand ku bi Qatarê re bi hevkarî biryarê dane û hedefa wan alîkariya ku ji Nîv Girava Erebistanê didin Hîzbûllahê ye.
Di daxwuyaniyê de Ali Reda Hassan al-Banai, Ali Reda al-Qassabi Lari û Al-Muayyid al-Banai ji ber alîkariyê didin Hîzbûllahê wan xistine nav lîstê. Amerîka ragihand ku bi sedema Al-Rahman ABD al-Nabi Shams, Yahya Muhammed al-Abd-al-Muhsin, Majdi Fa'iz al-Ustadz û Sulaiman al-Banai ji ber destekê didin Ali al-Banai wan xistiye nav lîstê.
Di daxwuyaniyê de cîh dane beyanên rêvebirê OFAC ê Andrea Gacki ku dibêje ku ‘kasa Hîzbûllahê tije dikin’ û ‘destekê didin xebatên terorîstî’ û tora fînansê ya navdewletî bipêşdixin û sîstema fînansê bi awayeka xerab bikartînin.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken got ku biryar yek ji yên herî girînge ku bi Qatarê re sitendine û xwest welatên din jî weka vê tevgerê Hîzbûllahê bixin nav hedefa xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin