''Amerîka wê bi sed milyon derziyên vîrusa Korona yên Pfizerê bikire''

18 September 2021 09:43 0 dîtin
''Amerîka wê bi sed milyon derziyên vîrusa Korona yên Pfizerê bikire''

PeyamaKurd – Washington Postê diyar kir, Amerîka wê bi sed milyon derziyên vîrusa Korona yên Pfizerê bikire û wan ji welatên cîhanê re bişîne.

Washington Postê ji zanyariyên du çavkaniyên bi şertê navên wan neyên eşkerekirin daye zanîn, Amerîka wê derziyan di hefteya pêş de dema destpêka civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bikire.

Amerîka plan dike ku di civatê de hilcivîneke onlayn a COVID-10 li dar xe ku Serok Joe Biden jî bo têkbirina vîrusa Korona balê dikişîne ser girîngiya bernameya derzîkirinê ya cîhanî.

Reutersê eşkere kir, Amerîka ji rêberên cîhanî dixwaze ku ew tev heta 2022, 70 ji sedê nifûsa cîhanê derzî bikin û xwe bidin ber qedandina şewba vîrusa Korona.

Washington Postê destnîşan kiriye, hûrgiliyên peymanê hîn ne teqezkirî ne. Qesra Spî û Pfizerê jî hîn ser wê mijarê ti daxuyaniya fermî belav nekiriye.