Wê Amerîka 500 milyon derziyên korona bibexsîne welatên cîhanê
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, ew dê nîv mîlyar doz derzîya vîrusa korona ji 92 dewletên aborîya wan piçûk û navîn re bişînin.
Biden beriya Komcivîna G7an li Cornwall a Brîtanyayê got: ‘’Belavkirina wan derziyan dê di meha Tebaxê de destpê bike û heta dawîya salê wê 200 mîlyon û heta nîvê sala 2022yan jî 300 mîlyon derzî wê bên belav kirin.”
Serokê Amerîka da zanîn ku ew wan derziyan bê pere û bê şert dişînan ji wan welatên cîhanê re ku mebesta wan dawîlêanîna pandemiya vîrusa koronayê ye.
Hat zanîn ku derziyên bên şandin, wê temamê wan yên kompanîya Pfizer/BioNtecê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin