Îsraîl milyonek derziyên korona dide Filîstînê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê Îsraîl bi qasî 1 mîlyon derzîyên vîrusa korona bide Rêvebirîya Filîstînê.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett bi daxuyanîyekê ragihand, ew dê bi qasî milyonek derziyên vîrusa korona yên kompanîya Pfizer – BioNTechê bidin rêveberiya Filîstînê.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî doh Pêncşemê bi hemkarê xwe yê Îsraîlî Yair Lapid re li ser pêşdebirina peywendîyên bi Filistînîyan re axivîbû û gotibû, ew dixwazin ku peywendîyên Îsraîl û Filistînîyan bi awayekî pratîk pêşde herin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin