Amerîka wê kestiya balafiran a ku sandibû Îsraîlê vekisîne

02 January 2024 10:40 0 dîtin
Amerîka wê kestiya balafiran a ku sandibû Îsraîlê vekisîne

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku keştiya balafiran a Amerîkayê USS Gerald R. Ford û koma êrîşê ya pê re wê ji Rojhilatê Derya Spî derkevin.

Keştiya balafiran a ku piştî êrîşa Hamasê ya meha Cotmehê ya li dijî Îsraîlê şand herêmê, nêzî 2 meh in bû li herêmê bû.

Li gorî nûçeya ABC Newsê ku li ser zarê rayedarên Amerîkî belav kiriye, keştiya balafiran û keştiyên şer dê "di rojên pêş de" vegere bendera xwe ya Norfolkê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî ku berê hatibû plankirin.

Piştî ku Hamasê di 7ê Cotmehê de êrîşî Îsraîlê kir, Amerîka koma xwe ya deryayî arasteyî herêmê kir.

Wezîrê Parastinê Lloyd Austin wê demê got ku keştiya balafiran ji herêmê re hatiye şandin da ku parastina herêmê xurt bike û nehêle pevçûn li herêmeke berfireh belav bibe.