Amerîkayê baregehên komên çekdar ên li Iraqê hedef girtin

22 November 2023 12:19 0 dîtin
Amerîkayê baregehên komên çekdar ên li Iraqê hedef girtin

PeyamaKurd – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, wan baregehên komên çekdar ên li Iraqê kirine armanc.

Di daxuyaniya îro ya Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê de hat eşkerekirin, wan danê sibê di du êrîşên cuda de baregehên komên çekdar ên li Iraqê kirine armanc.

Hate tekezkirin ku êrîşên navborî bersiveke rasterast e li hember êrîşên komên nêzîkî Îranê yên li dijî baregehên Amerîka û hêzên hevpeyman in.

Êrîşa îro ya Amerîkayê, duyemîn êrîşa bi vî rengî ya hêzên Amerîkî bû li dijî komên bi piştgirîya Îranê li Iraq û Sûrîyê ji destpêka şerê Hamas û Îsraîlê ve.