Amerîkayê ji ber S-400an Tirkiye tehdîd kir!
PeyamaKurd- Amerîkayê ji ber ku Tirkiye dibêje ez ê ji Rûsyayê Pergalên Parastina Hewayî ya S-400 bikirim, Tirkiye tehdîd kir û got ku ji bo Tirkiyê encamên cîddî wê çêbibin.
Di derbarê mijarê de wekîlê Musteşarê berpirsê karên leşkerî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tina Kaidanow daxuyaniyek da. Kaidanow li Brîtanyayê di Fuara Hewayî ya Farnboroughê de ji çapemeniyê re axivî û got ku heke Enqere ji bo S-400an hinekî dî jî bi pêş de here, zextên dorpêçê li ser Tirkiyê, wê tenê bibin destpêkek.
Kaidanow wiha berdewam kir: “Em dixwazin êmin bin ku muttefîkekî me tiştek kirî, ew tiştê ku kiriye ji bo muttefîkên me yên dî jî feydedar be.” Divê dost û muttefîkên me yên derveyî hidûdan ciddiyeta vê yekê bizanibin. Divê Tirkiyê bizanibe ku encamên ciddî yên vê bazarê wê çêbibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin