Amerîkayê ji bo S-400an hisyarî da Tirkiyê
PeyamaKurd - Wezîrê bergiriya Amerîkayê James Mattis ragihand ku welatê wî amade ye alternatîva sîstema bergiriya mûşekî (S-400) ji Tirkiyê re dabîn bike.
Mattis got: "Ez şîretê li Tirkiyê nakim ku sîstema bergiriya mûşekî (S-400) ji Rûsya bikire".
Di dema amadebûna wî de, di rûniştina Komîta Hêzên emnî de, li nav avahiya Encûmena Nûnerên Amerîka, Mattis got: "Tirkiye dixwaze sîstemeke bergiriyê ya cuda ji sîstemên bergiriya navçeyê bidest bixe".
Herwiha got: "Baştirîn rê ji bo dabînkirina pêdiviya Tirkiyê, riya Hevpeymaniya Bakurê Etlesî (NATO) ye".
Mattis wiha nirxandin kir: "Amerîka li gel Tirkiyê gotûbêjan dike û amade ye sîstemeke din ya bergiriya mûşekî ji Tirkiyê re peyda bike, ku li gel pîvan û sîstemên NATO guncaw be".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin