Amerîkayê lîsteya dawî eskere kir: Erdogan besdarî civîna 'Demokrasiyê' nabe!
PeyamaKurd – Bi biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden, di asta cîhanî de û bi beşdarîya gelek welatan civîna Demokrasîyê tê lidarxistin.
Civîn di navbera 9 û 10’ê Kanûnê de bi rêya vîdeo-konferansê û bi tevlîbûna 110 serokên cîhanê birêve diçe. Li gorî lîsteya herî dawî ya rêveberiya Washingtonê belav kiriye, Tirkiye di nav wan welatên beşdar de cî nagire.
Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo wê civînê nehatiye vexwendin ku ew jî ji ber paşketina demokrasiyê ya li Tirkiyê ye.
Wezareta Derve ya Amerîkayê lîsteya fermî ya vexwendina civînê bi parve kir û wekî dihat pêşbînîkirin Tirkiye tê de nîne û wate Erdogan nehatiye vexwendin.
“Civîna Bilind a Demokrasiyê” ya Washingtonê bi mijarên wekî; Parastina li dijî rêjîmên otorîter, Têkoşîna li dijî gendeliyê û Rêzgirtina mafê mirovan tê lidarxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin