Amnesty: Koçberên vedigerin Sûriyê têne revandin, kustin û îskence kirin

07 September 2021 20:40 0 dîtin
Amnesty: Koçberên vedigerin Sûriyê têne revandin, kustin û îskence kirin

PeyamaKurd - Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya Mafê Mirovan (Amnesty International) derbarê koçberên Sûriyê yên vedigerin malên xwe raporek belav kir.

Li gorî rapora Amnestyê kesên ku vedigerin têne revandin, rastî destdirêjî û tundiyê tên.

Rêxistina Lêborînê ya Mafê Mirovan a Navdewletî derbarê vegera koçberên Sûriyê yên ku çûnê Tirkiye, Lûbnan, Fransa û Almanyayê de raporeke nû parve kir.

Di raporê de hatiye gotin, di navbera salên 2017-2021 de koçberên ji welatên navborî vegeriyane, ji aliyên hêzên li deverên sûrî rastî, îşkence, destdirêjî, revandin û kuştinê hatine.

Rêxistinê daye xuyakirin, ji kesên vegeriyane 13 ji wan zarok 66 kes rastî îşkenceyê hatine, 5 kes di bin çavan de hatine kuştin û rewşa 17 kesan jî nediyar e ango winda ne.

Amnestyê diyar kiriye 7 jinên ku temenê wan di navbera 13-19 salî de ne rastî destdirêjiyê hatine û 59 kes jî bi awayekî kêfî rojane hatine binçavkirin û bi dayîna fîdyeyê hatine berdan.