Anket: Îsraîlî ser dixwazin lê Netanyahû naxwazin

03 January 2024 14:32 0 dîtin
Anket: Îsraîlî ser dixwazin lê Netanyahû naxwazin

Peyama Kurd - Li gorî anketeke ku li Îsraîlê hat kirin, piştî êrîşên 7'ê Cotmehê, rêjeya piştgirîdayîna Netanyahu bi lez kêm bûye û daketîye ji sedî 15î. Lê berovajîyê Netanyahû, piranîya Îsraîlîyan piştgirî didin meşandina şerê dijî Hamasê.

Li gorî anketa ku ji alî Enstîtuya Demokrasiyê ya Îsraîlê (IDI) hate kirin, tenê ji sedî 15ê Îsraîliyan pesend dikin ku Netanyahu piştî bidawîbûna şerê Gazzeyê li ser postê xwe bimîne.

Ji hêla din ve piraniya beşdarên anketê dixwazin ku şer û operasyonên dijî Hemasê bidomin.

Ji sedî 23ê beşdarên anketê xwestine ku rikberê Serokwezîr Netanyahu Benny Gantz wek serokwezîr kar bike. Ji sedî 30ê beşdaran jî dixwazin ne Gantz ne jî Netanyahu bibe serokwezîr.

Ji nîvî bêtir beşdar, ji bo rizgarkirina dîlên di destê Hamasê de. operasyonên leşkerî rêbaza herî guncaw dibînin. Ji sedî 24 jî piştgirî didin pevguhertina dîlên destê Hemasê û girtîyên di girtîgehên Îsraîlê de.

Di çarçoveya peymana agirbestê ya ku di dawiya meha Mijdarê de di navbera Hamas û Îsraîlê de hatibû pêkanînzde zêdetirî 100 dîlên Îsraîlî yên di destê Hemasê de bûn serbest hatin berdan. 129 dîl jî hê di destê Hemasê de ne.

Serokwezîrê Îsraîlê roja Şemiyê anîbû ziman ku şer û serkeftina li dijî Hamasê, wê bi mehan bidome. Netanyahu teqez kir ku armanca operasyonên ku artêşa Îsraîlê li Xezzeyê dimeşîne, jiholêrakirina Hamasê ye. Li gor wî, êrîşên dijwar ên li ser xêza Xezzeyê jî ji bo serbestberdana dîlan, stratejîyeke krîtîk e.

Anketên raya giştî yên li Îsraîlê nîşan didin ku piştî êrîşên 7'ê Cotmehê, populerbûna Netanyahu di meyla kêmbûneke girîng de ye.

Li gorî anketeke ku di meha Kanûnê de hatibû kirin, ji sedî 69 ê Îsraîlîyan alîgirê pêkanîna hilbijartineke pêşwext a piştî şer e.