Hizbullah: “Em dixwazin bi Îsraîlî re bikevin nava pevçûnê”

08 October 2024 14:07 0 dîtin
Hizbullah: “Em dixwazin bi Îsraîlî re bikevin nava pevçûnê”

PeyamaKurd –  Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim têkildarî rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn daxuyanî da.

Qasim di axaftina xwe ya televîzyonî de wiha got: “Em wisa difikirin ku Amerîka di hemû sûcên ku li Xezeyê hatin kirin de hevparê girîng e.”

Qasim herwiha diyar kir ku Îran bi biryar e ku “Bi awayên ku guncav dibîne li kêleka berxwedanê raweste.”

Wî diyar kir ku koçkirina xelkê Lubnanê, “Bar û qurbaniyek ji bo berxwedanê ye.”

Her wiha diyar kir ku li şûna Hesen Nasrallah ê di êrîşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da dê sekreterê giştî yê nû hilbijêrin û diyar kir ku dema pêvajo bi dawî bibe dê vê yekê ragihînin. Lê wî diyar kir ku ji ber şer şert û mercên ji bo hilbijartina sekreterê giştî dijwar bûne.

Qasim bal kişand ser operasyona bejayî ya Îsraîlê ya li dijî Lubnanê jî. Wî amaje bi wê yekê jî kir ku şer û pevçûnên li bejahiyê 7 roj berê dest pê kirine û got ku heta niha Îsraîl tu pêşketinek bidest nexistiye.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê got, “Em dixwazin bi Îsraîlî re bikevin nava pevçûnê, lê bila kes nefikire ku em ê dest ji çeperên xwe berdin û çekên xwe deynin.”