Artêsa Tirk, li Dêrsimê dest bi operasyoneke dorfireh kir!

15 November 2022 16:00 0 dîtin
Artêsa Tirk, li Dêrsimê dest bi operasyoneke dorfireh kir!

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji a aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hat ragihandin, artêşa Tirk, li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, li dijî rêxistina PKKê, dest bi operasyoneke mezin kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku nêzîkî 1000 hêzên ewlehiyê dê vê operasyonê bi rê ve bibin.

Di hûrgiliyên li ser operasyonê de hatin ragihandin de hat gotin ku Operasyona Eren Abluka Payîz-Zivistan-13 (Dêrsim-Ovacik-Yogunçam) Cendirmeyê Şehîd Serbaz Celîl Mutlu, ji Tevgera Cendermeyan a Taybet (JOH), Hêzên Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Cendermeyan (JAK), Tevgera Taybet a Polîsan (POH) 881 kesên ku ji cenderme, komando, cerdevanan û ji 65 tîmên operasyonel pêk tê.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji destpêka operasyonê û heta niha, di lêgerîna bejahî de li 23 xalan, 2 şikeftên ku ji aliyê PKKyiyan ve wekî nexweşxane tên bikaranîn û 5 stargeh hatine dîtin.