Artêsa Tirk li Lice operasyoneke nû da destpêkirin

22 January 2023 15:09 0 dîtin
Artêsa Tirk li Lice operasyoneke nû da destpêkirin

PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku arteşa Tirkiyê li bajarê Diyarbekirê navçeya Liceyê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Li gorî daxuyaniya îro 22yê Çile, operasyona Liceyê bi beşdariya 645 personelên ewlehiyê hatiye destpêkirin ku navê “Eren Abluka Payiz – Zivistan – 24” lê hatiye kirin.

Hatiye eşkerekirin ku operasyon bi beşdariya 4 tabûran û 43 tîmên operasyonê hatiye destpêkirin û di yekem roja operasyonê de, 144 kg madeya hişbir hatiye desteserkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, duh Şemiyê jî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihandibû ku li Şirnexê bi beşdariya 871 endamên hêzên ewlehiyê operasyoneke nû ya bi navê “Eren Abluka Payiz – Zivistan -23” hatiye destpêkirin.