Artêsa Tirkiyê dest bi operasyoneke nû ya bi navê “Eren Zivistan-26” kir
PeyamaKurd – Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, artêşa wan li sînorê parêzgeha Xarpêtê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-26 kiriye.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê da zanîn, operasyona bi navê “Eren Zivistan-26” vê sibê bi beşdarbûna 870 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.
Herwiha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 14ê Sibata 2022ê jî diyar kiribû ku li parêzgeha Colemêgê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Zivistan-25” daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin