Artêsa Tirkiyê li Diyarbekirê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-21 kir
PeyamaKurd – Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Diyarbekirê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-21 (Diyarbekir-Şenlik) kiriye.
Wezaretê îro di daxuyaniyê de eşkere kiriye, operasyona bi navê “Eren Zivistan-21” vê sibê bi beşdarbûna 400 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin