Asayisa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li ser serê li Qamislo belav kir

21 April 2021 10:00 0 dîtin
Asayisa Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek li ser serê li Qamislo belav kir

PeyamaKurd – Derbarê şerê li Qamişlo de, Hêzên Ewlekariya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyek belav kir û diyar kir, di encama êrîşa milîsên girêdayî hikûmeta Sûriyê de, endamekî asayişê can da.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyê de da zanîn, milîsên Berevaniya Niştîmanî, li ser karê xwe yê “têkdana asayîş û ewlekariya bajarê” Qamişlo berdewam in.

Derbarê çawaniya bûyerê de, Asayişa Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, endamên Milîsên Berevaniya Niştîmanî gule berdane xaleke asayîşê li dewara Wehdê, di encamê de endamekî hêzên wan birîndar bûye û “şehîd ketiye.”

Hêzên Ewlekariya navxwe destnîşan dike, ew dudil nabin berevaniyê li xwe bikin û hemû hewlên milîsan yên armanckirina xalên wan yê ewlekariyê û belavkirina “fitne û çêkirina alozî û tevlîheviyê” di navbera xelkê de li navçeyê, tekez jî dike ku ew dê bi awayekî yekalîker serederiyê li gel van karan bikin.

Şeva derbasbûyî li taxa Tey-Dewara Wihdê ya Qamişloyê, di navbera Aşayîşa Rêveberiya Xweser û hêzên Hikûmeta Sûriyê de, şer derket û di encamê de endamekî Asayîşê bi navê Xalid Hacî, can daye û heta niha nayê zanîn çend kes birîndar bûne.