Avestayê Xelata Azadiya Fikrî û Derbirinê ya 2019an wergirt
PeyamaKurd - Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê (TYB) weşanxaneya Avesta bi Xelata Azadiya Fikrî û Dirbirinê ya 2019an a Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê xelat kir.
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê îro 7ê Mijdarê di çarçoveya çalakiyên Pêşengeha Pirtûkan a TUYAPê de, merasîmeke 25emîn Xelatên Azadiya Fikrî û Derbirinê li dar xist.
Türkiye Yayıncılar Birliği Düşünce ve İfade Özgürlüğü Ödülleri 2019 ödülünü aldık. Teşekkürlerimizle.
— Avesta Yayınları (@avestayayin) November 7, 2019
Xelata Azadiya Fikrî ya 2019an a Yekîtiya Weşangerên Tirkiye, dane me. Em spasdar in. pic.twitter.com/SZ4zwddL97
Berpirs û xwediyê weşanxaneya Avesta Abdullah Keskîn di merasîmê de, Xelata Azadiya Fikrî û Dirbirinê ya 2019an a Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê wergirt.
Weşanxaneya Avesta ku îsal ji ber kêmbûna derfetên aborî beşdarî pêşengeha pirtûkan nebû, lê bi wergirtina xelatekê beşdarîya fuarê kir.
Heta niha bi dehan pirtûkên Avestayê bi hinceta naverokên li ser Kurd û Kurdistanê hatine qedexekirin û doz li ser wan berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin