Ayhan Bilgen berî derkeve îfadeya polîsan îstifaya xwe ya saredariya Qersê ragihand

30 September 2020 14:13 0 dîtin
Ayhan Bilgen berî derkeve îfadeya polîsan îstifaya xwe ya saredariya Qersê ragihand

PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Qersê, parlamentar û rêveberê berê yê HDPê Ayhan Bilgen ku bi hinceta bûyerê Kobaniyê yên 2014an hatiye binçavkirin, îro 30yê Îlonê li ser medya civakî ragihand ku ew dê ji erka xwe ya şaredarê Qersê îstifa bike.

Bilgen li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek belav kir û tê de got, heger ew bê girtin û yan jî neyê girtin ew ê erka şaredariyê berdewam dike.

Ayhan Bilgen dibêje, ger qeyûm li şûna wî nedanîbin encûmena bajarê Qersê dikare bi awayekî hevbeş şaredariyê birêve  bibe û kesekî destnîşan bike.

Bilgen gotiye, “Min temenê lîstoka bi demokrasiyê derbas kiriye. Şertên Tirkiyê jî ji bo vê ne guncaw in. Destûrê nadim bi kiryarên kêyfî bi îradeya bajêr bilîzin. Dixwazin bigirin yan jî serbest berdin, heta bidawîbûna dema binçavkirina min heger qeyûm ne danîbin ser şaredariyê ez ê şaredariyê îstifa bikim. Qers dikare xwe birêve bibe.”