HDPê bersiva Ayhan Bilgen da: Ev neheqî ye...
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bersivek bi rêya parêzeran ji Şaredarê Qersê yê qeyûm li şûna wî hatiye danîn û ji ber lêpirsîna bûyerên Kobaniyê hatiye girtin şand girtîgehê.
Ayhan Bilgen beriya niha ji girtîgehê bi rêya medya civakî rexne li HDPê girtibûn û behsa avakirina partiyeke nû kiribû.
Bilgen gotibû, "Li Tirkiyê pêwîstî bi hizr û şêwazeke nû ya siyasî heye” û diyar kiribû ku li gor derfetan îhtimala veguherîna partiyeke siyasî heye.
Rêveberiya HDPê bi rêya parêzeran şîroveyên şopînerên medya civakî yên li bin parvekirinên Ayhan Bilgen ku wî rexne dikin şand girtîgehê.
HDPê herwiha daxuyaniyên Bilgen wekî neheqî bi nav kiriye û gotiye, “Ev gotin neheqî ne ji bo partiyeke bi milyonan kes li pişta wê ne. Lijneyên partiyê û rayedarên wê hene. Gelek caran pê re hevdîtin hatin kirin. Em fêm nakin bê çima wisa dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin