Ayhan Bilgen: Mirov pirsgirêkê tenê weke mijara Ocalan û wek mijara siyaseta Kurd bibîne wê kêm be

22 June 2022 10:28 0 dîtin
Ayhan Bilgen: Mirov pirsgirêkê tenê weke mijara Ocalan û wek mijara siyaseta Kurd bibîne wê kêm be

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Dengê Tirkiyê Ayhan Bilgen di derbarê pêvajoyeke çareseriyê ya nû de axivî û diyar kir, dibe ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê destpê bike.

Ayhan Bilgen ji Rûdawê re daye zanîn, mirov pirsgirêkê tenê weke mijara Ocalan û tenê wek mijara siyaseta Kurd bibîne wê kêm be û got: “Ev demeke dirêj e ez di siyasetê de me. Di encamê de hem nirxandin û hem jî hin agahî ji cihên cuda tên parvekirin hene, ji ber vê yekê, her çend di destê me de daneyên taybetî, rast û berfireh tunebin jî, em dizanin ku hinek hewldan û însiyatîf hene. Wekî din, hin ji wan jixwe vekirî tênîn ziman. Mînak nûnerên hikûmetê bi eşkereyî dibêjin ku divê beriya sala 2023an Tirkiye bibe xwedî makeqanûneke demokratîk.

Di berdewamiyê de Bilgen eşkere kiriye: “Yanî makezagoneke ku dest nede pirsgirêka Kurd, ji pirsgirêka Kurd derbas bike, wê çi çareser bike an jî em dizanin ku di derbarê mafên kurdan yên zimanê zikmakî de hin hewldan hene. Ew jixwe wê bi gelemperî parve dikin. Weke mînak Wezareta Rewşenbîrî ji bo çapkirina hin berhemên Kurdî yên klasîk hewl dide. Ji ber wê yekê pirsgirêk tenê weke mijara Ocalan û tenê wek mijara siyaseta Kurd bibîne wê kêm be. Helbet divê ev stûn jî hebe, lê divê bi mafên çandî û pîvanên makezagona demokratîk re bi hev re bi mijarê re mijûl bibe. Di vê wateyê de ez dikarim bibêjim ku lêgerînek we heye.”

Bîlgen destnîşan kiriye, gavên ji bo çareseriyê bên avêtin divê ji aliyê partiyên opozîsyonê ve jî bên destekkirin û wiha berdewam kiriye: “Kî gavekê biavêje, niyeta wî çi dibe bila bibe, çi ji bo hilbijartinê be, çi ji bo din, divê her gav bên piştgirîkirin. Erka opozîsyonê rexnekirina kêmasiyan e. Erka wan tiştên ku heta niha nehatine kirin bikin mijara nîqaşê. Yanî ez nafikirim ku Ocalan di vê pêvajoyê de wek berê bibe aktorekî pir xuya û muzakere bi raya giştî re were parvekirin. Ji ber vê yekê dibe ku ev ne wek pêvajoya 2014-15’an be. lê di dawiyê de girseyek heye ku girîngiyê dide Ocalan û gotinên wî hêja dibîne.”