HDP: Ayhan Bilgen di bin çavan de ji xwarinê jehrî bûye

28 September 2020 12:05 0 dîtin
HDP: Ayhan Bilgen di bin çavan de ji xwarinê jehrî bûye

PeyamaKurd -  HDPê diyar kir, Serokê Şaredariya Qersê Ayhan Bilgen dema di bin çavan de ye, ji ber xwarinê jehrî bûye û piştî rewşa wî ya tenduristiyê ber bi xerabiyê ve diçe jî, dewleta Tirkiyê ew nebiriye nexweşxaneyê.

Li gor Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, piştî Ayhan Bilgen û 82 endam û berpirsên wan ê din, di roja 25.09.2020an de bi fermanda dadwerê giştî yê Enqerê hatibûn girtin, li navenda emniyetê ji ber xwarinê Ayhan Bilgen jehrî bûye û ew nebirine nexweşxaneyê.

HDPê da zanîn, her çend rewşa tendirustiya Ayhan Bilgen nebaş bûye û têk jî çûye jî, hêzên ewlehiyê destûr nedane ku Ayhan Bilgen bibin nexweşxaneyê.

Herwiha Asayîşa Enqerê jehrîbûna Ayhan Bilgen red kiriye û eşkere kiriye ku wan rê daye Ayhan Bilgen here nexweşxaneyê.